Lade Veranstaltungen

Mehr als ein Drittel der Bielefelder*innen hat einen Migrationshintergrund. In der Stadt treffen viele Kulturen aufeinander und geben ihr ein vielfältiges, buntes Aussehen. Die Ausstellung „Angekommen“ wirft in erster Linie einen historischen Blick auf das Thema Migration. Das Museum betrachtet aber auch die gegenwärtige Situation und fragt, wie das Zusammenleben vieler Kulturen in der Stadt aussieht und zukünftig gestaltet werden kann. Im Mittelpunkt der Ausstellung stehen dabei Interviews mit Menschen mit Migrationshintergrund, die über ihre Erfahrungen mit dem Ankommen und aus ihrem Leben in Bielefeld generationenübergreifend berichten. So entsteht ein persönlicher Blick auf Bielefelder Migrationsgeschichte.

Die Ausstellung ist in Kooperation mit dem Integrationsrat der Stadt Bielefeld und mit Unterstützung durch das Kommunale Integrationszentrum entstanden.

 

BİCİHBÛN  

NAVENDA JIYANA MIN BIELEFELD E  

Bêhtirî yek ji sêya niştecîhên bajarê Bielefeldê ji ber koçberîyê hatîne. Libajarê Bielefeldê gelek çand û edet rastî hevdû tên reng bi reng. Lê heya salên50î pir hindik koçber li vêderê dijîyan. Lê ji bo ‚‘geşbûna aborî‘‘ pêwistî bi pir karkera hebû – yekcar ji bona karên hêsan. Di vê rewşê de Komara Federal a Elmanya ‚‘Peymaneke xwestina karkeran‘‘ bi welatên başûrê Ewropa re, bi Tirkîyê re, bi Afrika bakûr re û Koreya başûr re pêk anî. Xelkê kar li cem şirketên trênê, yên çêkirina cil û bera, hesin û endûstrî, li ser înşaata û li Bethelê dîtin. Ewan karên elman pê qayîl ne dibûn dikirin. Dixwestin ‚‘Karkerên mêvan‘‘ tenê ji bona kar bimînin – mayîna wan bi wext sînordar bû. Di Barakan de an jî di malên nexweş de dijîyan. Çand û ziman ji wan re xerîb bûn û bêrîya malbat û hevalên xwe û welatên xwe dikirin. Gelek ji wan dîsa vegerîyan welatên xwe û hin din şûna wan hatin. Lê hinek ji wan ‚‘Mêvanan‘‘ ji bo temamî man û Bielefeld bû warê wan ê nû. Ewên xerîb bûn hevalên kar, bûn dost û cînar, bûn hevjîn û hemwelatî. Di sala 1973 Komara Federal a Elmanya xwestina karkeran ji welatên derve sekinand.Le hatina xelkê ji bo Bielefeldê ne sekinî: şer, ceng, feqîrî û lêgerîna îmkanîyetên xwendinê – sebebên hatinê pirr rengîn in mîna pirr rengînîya rêyên ew têda hatin ûtên. Sala ‚‘sekinandina xwestina karkeran‘ ‚ û sala sazkirina şêwirdarîya entgras-yonê li Bielefeldê di yek salê de bû. Mûzeya Dîrokî ji bo salvegara 50 salîya van her dû bûyeran tevlî şêwirdarîya entgrasyonê dixwaze şewqê bide ser dîroka ‚‘bicîhbûnê‘‘. Di navenda pêşangehê de hevpeyvînên bi koçberan re cîh digrin. Ew bahsa tecrîbe û serpêhatîyên xwe di dema bicîhbûnê de dikin – çi piçûk, çi mezin. Gelek tiştên di pêşangehê de cîh digrin, yên wan kesane. Lewma jî nihêrtineke taybet û şexsî bala xwe dide ser dîroka koçberîya Bielefeldê. Pêşangeha ‚‘bicîhbûnê‘‘ baleke dîrokî dikişîne ser mijara koçberîyê. Lê Mûzexane bala xwe dide ser rewşa niha jî û li hevjîyana pirrçandî li bajêr dipirse ka gelo hevjîyana pirrçandî di pêşerojê de çawa dikare were neqş kirin. Mûzexane we vexwendî programek dewlemend dike û hêvîdar e dan û standinên dewlemend bimeşin.

Nach oben